Li Stenbolê agir bi hotelekê ket: 2 mirî û 2 birîndar
Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Pendîkê ya Stenbolê di hoteleke 7 qatî de şewat derket û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Li taxa Dogu ya navçeya Pendîkê di hotela 7 qatî ya li ser kolana Erol Kaya de ji ber sedemeke nediyar şewat derket.
Li ser agahdarkirinê gelek polîs, agirkuj û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.
Kesên di hotelê de diman hatin derxistin û tîmên agirkujê agir xist bin kontrolê.
Di encama şewatê de 2 kes mirin û 2 kesên birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.