Serokwezîra Fînlandê bo K24ê: Tirkiye beriya hilbijartinan dê endambûna Fînlandê li NATOyê pesend bike

Bruksel (K24) – Serokwezîra Fînlandê Sanna Marin ji Kurdistan24ê re ragihand, Tirkiyê biryar daye ku beriya niha hilbijartinên welatê xwe, endambûna Fînlandê li hevpeymaniya NATOyê pesend bike.

Sanna Marin eşkere kir ku Hungarya jî biryar e Duşema bê, endambûna welatê wan li NATOyê pesend bike.

Derbarê mijara welatiyên Kurd ên li Fînlandê niştecî ne, ku berî niha hatiye behskirin ku Tirkiye daxwaz kiriye ku ew Kurd werin deportkirin bi sedema alîkariya wan a PKKê, Serokwezîra Fînlandê diyar kir: “Niha ti gotûbêjek li ser wê mijarê tune ye.”

Roja 15ê Adara 2022an, hikûmeta Fînlandê bi fermî daxwaza xwe ya tevlîbûna nav hevpeymaniya NATOyê ragihand.