Li Amerîkayê ji ber bablîsokê 14 kes mirin

Li eyaleta Mississippi ya Amerîkayê, ji ber bablîsokê 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li eyaleta Mississippi ya Amerîkayê, ji ber bablîsokê 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bablîsoka ku li eyaleta Mississippi ya li başûrê rojhilatê Amerîkayê derket, rê li karesateke mezin re vekir.

Ji ber sedema bablîsokê xetên elektirîkê qut bûn û dar qulibîn, di heman demê de bi hezaran kes jî bê elektirîk man.

Rayedaran ragihandin, di gelek mal û avahiyan de xisar çêbûn, herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku li navçeyê Sharkey County û Humphreys County ne.

Parêzgarê Mississipi Tate Reeves di daxuyaniya xwe ya li ser tora xwe ya medya civakî de diyar kir ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê xebatên xwe didomînin.