Wezareta Samanên Sirûştî: Hikûmeta Herêmê dest ji mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bernade

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ragihand, biryara dadgeha Fransa ya di berjewendiya hikûmeta Iraqê li dijî Tirkiyê de, dê rêgiriyê li pêwendiyên me ligel hikûmeta Bexdayê neke.

Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ragihand îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di van çend mehên borî de ligel Hikûmeta Federal gotûbêj kirine û di dawiyê de her du alî li ser pirsa bûdce, petrol û gazê gihîştine rêkeftineke destpêkî û hevtêgihiştineke baş di çarçoveya destûrê de, mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê tên dabînkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Federal re di peywendiya berdewam de ye. Piştî serdana Serokwezîrê Federalê jî bo Herêma Kurdistanê, wî tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê kir.”

Wezareta Samanên Sirûştî dibêje: “Biryara dadgeha Fransî ya di berjewendiya hikûmeta Iraqê li dijî Tirkiyê de, dê rê li ber têkiliyên me û hikûmeta Bexdayê ve negire.”

Diyar kir jî, “Di vê çarçoveyê de em ê careke din serdana Bexdayê bikin ji bo gotûbêj û çareserkirina babetên pêwendîdar.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bilî dubarekirina helwesta xwe ya neguhêr di destbernedana ji mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, berdewam dibe di peywendiyên xwe yên ligel Bexdayê, ta gihîştina çareserkirina bingehîn, yasayî û destûrî.”

Wezareta Petrolê ya Iraqê duhî di daxuyaniyekê de ragihandibû, wan li dadgeha Odeya Bazirganî ya Navdewletî li Parîsê gilî li Tirkiyê vekiribû, wê dadgehê jî biryar di berjewendiya Iraqê de dabû. Li gorî biryarê jî, di divê hemû tevgera petrolê bi rêya Kompanyaya Bazirganî ya Petrola Îraqî “SOMO” be.