Mesrûr Barzanî: Hevtêgihîştina me ligel Bexdayê, bingeheke baş e ji bo çareserkirina pirsgirêkan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û tê de ragihand, hevtêgihîştina me ya vê dawiyê ya ligel Bexdayê, bingeheke baş e ji bo çareserkirina kêşeyên pêwendîdar bi biryara îro ya dadgehê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Adara 2023an li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” daxuyaniyek belav kir û aşkere kir, hevtêgihîştina me ya vê dawiyê ya ligel Bexdayê, bingeheke baş e ji bo çareserkirina kêşeyên pêwendîdar bi biryara îro ya dadgehê.
Her wiha da zanîn, tîmek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê sibe serdana Bexdayê bike û li ser bingeha niyazpakiyê, berdewamiyê dide gotûbêjan.
لەیەکتێگەیشتنی ئەم دواییەمان لەگەڵ بەغدا، زەمینەیەکی باشە لەپێناو چارەسەرکردنی کێشەی پەیوەندیدار بە بڕیارەکەی ئەمڕۆی دادگا.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) March 25, 2023
سبەی تیمێکی حکومەتی هەرێمی کوردستان، سەردانی بەغدا دەکات بۆ ئەوەی لەسەر بنەمای نیازپاکی، درێژە بە گفتوگۆکانمان بدەین.