Berdevkê berê yê Hevpeymanan: Îran dixwaze Amerîka ji Sûriyê derxîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî dibêje, Pentagon êrîşên xwe yên asmanî li dijî milîsên ser bi Îran ve li Sûriyê zêde dike. Her wiha got: “Îran dixwaze Amerîka ji Sûriyê derxîne.”

Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Myles Caggins beşdarî bernameya “Basî Roj” a K24ê bû û li ser pêwendiyên Amerîka û Îranê û êrişên vê dawiyê yên milîsên ser bi Îranê ve li ser hêzên Hevpeymanan li Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) axivî.

Di bersiva rexneyên ku rêveberiya Biden tên kirin ku li hemberî êrîşên mûşekî yên du rojên dawî yên li Sûriyeyê nermî nîşan daye, Caggins got: “Bi baweriya min ku Pentagon dê di demeke nêzîk de êrîşên xwe yên asmanî li dijî milîsên ser bi Îranê ve li Sûriyê zêde bike."

Caggins dibêje, Amerîka bi bombebarankirina çeperên li Sûrîyê peyameke tund gihandiye Îran û milîsên wê. tekez kir jî, êrîşên Îran û milîsên wê li ser hêzên Amerîkayê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), dê bê bersiv nemînin.

Li gorî Caggins, Îranê li Sûriyê li dijî artêşa Amerîkayê şer daye destpêkirin û dixwaze “Amerîka ji Sûriyê derxe”, êrişî Lubnan û Îsraîlê bike, bazirganiya çek û madeyên hişber bike.

Destnîşan kir jî, Îran heman armanca Amerîka ya têkbirina DAIŞ’ê nîne, lê ew ê li ser têkbirina “rêxistina terorîstî” berdewam bin. Caggins hişyarî da Îranê ku nabe ew Amerîka hêrs bike, ji ber ku Pentagon dê bi tundî bersiva êrîşên mûşekî yên wî welatî bide.

Diyar kir jî, vê heftiyê çaremîn salvegera têkçûna DAIŞê li Baxozê ye, ku dawî berîka DAIŞê li Sûriyê bû û Caggins bi vê boneyê got, Amerîka dê piştgirîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bidomîne û aşkere kir ku nêzîkî 10 hezar çekdarên DAIŞê ji aliyê HSDê ve girtî ne.

Berdevkê berê yê Hevpeymanan, Îran bi “êrîşkirina xelkê bêguneh, binpêkirina mafên mirovan, kuştina xelkê û belavkirina tundiyê li navçeyê tawanbar kir” û got, ji ber wê jî Amerîka ceza li ser wî welatî sepandine, vê yekê jî hîştiye ku alozî bikeve pêwendiyên di navbera her du welatan de.