Di meha Remezanê de welatî destevala ji Bazaran vedigerin malên xwe

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Meha Remezanê hat û pê re jî buhabûn hat, ji ber bihayê her cûre xurek, xwarin û vexwarinê gelek caran ji bazarê destevala vediherin malên xwe. Welatî hene ku di meha Rojiya emezanê de nikarin kîlok goşt bikirin li malê deynin ser sifreya xwe.

Roj nîn e ku li Tirkiyê bihayê her tiştî zêde nebe. Ji ber zêdebûna bihayê xurekan û her cure xwarin û vexwarinê piraniya welatiyan di meha pîroz ya Rojiya Remezanê de nikarin kîloyek goşt bikirin û denynin ser sifreya xwe. Her çiqas Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirkiyê biryar ragirt ku di meha Remezanê de bihayê goş zêde nebe jî, di gelek cûreyên din de ji ber bihayê zêde welatiyên ku derdikevin bazarê deste vala vedigerin malên xwe. Ji vê rewşê dikandarên li bazara xurekan jî nerzanîne.

Dikandar Burak Elkoyuncu: “Walla kes nikare bikire. 2 kîlo goşt 650 lîre dike. Tiştek ji dest nayê. Piştî Remezanê em bi hêvî ne ku biha bikeve.”

Dikandar Reşît Gulan: “Rewş zaf xweş e. Kêf jî xweş e. Û hilbijartin jî xwedê hez bike em li ser hişê xwe ne. Eva goştê me jî sipehiye û diforişin. Mexezê Erebên Sêrtiyan giran dibêjin. Çiqas hevalên tên z ji wan re 5 lîreyan kêm dikim. Ev tê ji milê min.”

Welatîyên ku di vê meha Remezanê de nikarin pêdiviyên xwe yên sereke dabîn bikin doza kêmkirina bihayan û zêdekirina mûçeyan dikin da ku karibin pêwîstiyên xwe yên mirovî yên debara jiyanê dabîn bikin.

Welatî Ersîn Înce: “Rewş gelek xirabe. Em li deh cihan temaşe dikin li kî derê 5 lîre arzantir be em ji wir dikirn. Ji ber ku Remezane em tên danûstanê ji mecbûrî yan na em nayên. Gelek caran jî deste vala vedigerin malê.”

Welatiyê Kurd Omer Alan: “Walla bihabûye zaf biha bûye. Di nava 2 mehan de nêzîkî 100 lîreyan hatiye ser kîloyê. Millet dixwe mecbûrî wekî din tû derfetên wan nîn e. Gelek jî nikarin bistînin xwedê alîkarê wan be.”

Li aliyekî hikûmeta Tirkiyê her çiqas bêje wan di meha Remezanê de zêdebûna bûhayê hertiştî rawestandiye jî di bazarê de hîç bandora wê xuya nake. Beriya Remezanên bi 3 rojan di 1000 berheman de ji sedî 90 zam pêk hat. Kîloya goştê ku di meha Rêbendanê de 197 lîre bû di meha Remezanê de bû 314 lîre.