“Lîwaya Xalîbûn” berpirsyariya xwe di ber êrîşa li ser hêzên Amerîkî de radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Girûpeke çekdar a ser bi Iranê ve ya bi navê “Lîwaya Xalîbûn” berpirsatiya xwe di ber armanckirina firokxaneya Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê ku hêzên Amerîkî lê bicih dibin, ragihand.

Alîkarê cîhadî yê lîwaya Xalîbûnê Hac Ebû Elî di daxuyaniyekê de got: “Fewca dronan a Berxwedana Îslamî Lîwaya Xalîbûn roja yekê Remezanê karî firokxaneya Rimêlanê bike armanc ku di encamê de, hejmarek ji leşkerên Amerîkî hatin kuştin û birîndarkirin.”

Hac Ebû Elî tekez kir jî, ev operasyona wan û çi operasyonên din jî werin kirin, di çarçoveya bersiveke wan a asayî û rewa de ne.

Her wiha got: “Serkirdayetiya Lîwaya Xalîbûn bi biryar e ku bi çekên pêşketî, operasiyonên bi hûrgilî li dijî hêzên dagîrker ên Amerîkî pêk bîne, hêzên dagîrker ên Amerîkayê dê li hundir û derveyê Iraqê hest bi ewlehiyê neke, heta bi temamî ji welatê me dernekevin.”

Ev daxuyaniya Lîwaya Xalîbûn piştî wê tê, roja Pêncşema borî êrîşek bi riya dronan li dijî baregeheke Amerîkî li parêzgeha Hesekê hate kirin û di encamê de karmendekî Amerîkî hat kuştin û 6 leşkerên Amerîkî jî birîndar bûn.

Roja din jî 2 baregehên din ên Amerîkayê li kêlgeha petrolê ya El-Omer û kêlgeha gazê ya konîko li parêzgeha Dêrezorê rastî êrişên nû yên mûşek û dronan hatin û di encamê de leşkerekî Amerîkî birîndar bû.

Leşkerên Amerîkî di bersivê de, bi firokên F-15 êrîşî ser baregehên mîlîşyayên ser bi Îranê ve li Dêrezorê kirin, li gorî raportên medyayî jî di encamê de 19 çekdarên wan grûpan hatin kuştin.