Îro deriyê tomarkirina îmzeyan bo namzedên Serokomriya Tirkiyê tê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro dema tomarkirina îmzeyan bo namzedên Serokomriya Tirkiyê bi dawî dibe û heta niha tenê du namzedan karîne 100 hezar îmze bidest bixin.

Li Tirkiyê kesên ku ne namzedên partiyekê ku di hilbijartina borî de ji sedî 5 deng wergirtine an jî li parlamentoyê firaksiyona wan heye, da ku bibin namzedê Serokomariyê, pêwîstiya wan bi sed hezar îmzeyan heye.

Îro ji bo tomarkirina îmzeyan, roja dawî ye û 11 kesên ku daxwaza namzedeyê kiribûn heta niha Serokê Partiya Memleketê Muharrem Înce 111 hezar û namzedê Hevpeymaniya Atayê Sînan Ogan 107 hezar deng wergirtine û mafê namzediyê ji bo postê Serokomariyê bidest xistine.

Ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê, heta niha 4 namzedên serokomariyê hatin diyarkirin. Namzedê Tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan e, HUDA PARê jî piştgiriya xwe jê re aşkere kiriye.  

Namzedê duyemîn jî namzedê opozîsyonê û Maseya Şeşalî Kemal Kiliçdaroglu ye. Her çend e HDPê heta niha namzedê xwe destnîşan nekiriye û piştevaniya namzedekî diyarkirî nekiriye û ji ber egera girtina wê partiyê dê bi navê Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinan bibe, lê li gor çavdêran, eger heye HDP deng bide Kiliçdaroglu.