IHD: Li girtîgehên Tirkiyê zêdetirî 1500 girtiyên nexweş hene

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Komeleya Mafên Mirovan di raporta xwe ya li ser girtiyên exweş de diyar dike li girtîgehên Tirkiyê zêdetirî 1500 girtiyên nexweş hene û mafên wan yên jiyana mirovî têne binpêkirin. Yek ji wan jî Mehmet Emin Ozkan e. Komele doza azadkirina wî dike ku 84 salî ye û nexweşînên wî yên wekî alzheimer, dil, koah, tansiyon û demansê hene.

Komîsyona Navendî ya Komeleya Mafêm Mirovan da ku balê bikişîne ser rewşa girtiyan û helwestên derhiqûqî û yasayî yên li hember wan û rewşa girtiyên nexweş hem çalakiyek bi rêve bir û hem jî raprotek ragihand. Li gorî raportê di girtîgehên Tirkiyê de ji Nîsana 2022an heta Adara 2023an, 651 girtiyên nexweş ku rewşa wan giran e bi giştî 1517 girtiyên nexweş hatine destnîşankirin. Yek ji wan jî Mehmet Emîn Ozkan e ku li girtîgeha Diyarbekirê dimîne û temenê wî 84 ku di heman demê de nexweşînên wî yên dil, koah, tansiyon alzheimerê hene. Komele doza azadkirina wî dike. 

Berpirsa Komîsyona Girtîgehan a IHD got: “Em bangê li Wezareta Dadê û hikûmeta Tirkiyê dikin da rewşa girtiyên nexweş bên başkirin û azadkirin. Wek mînaka Mehme Emîn Ozkan ku 84 salî ye û girtiyekî polîtîk e û xwedî nexweşiyên giran e. Ew nexweşê dil e, tansiyona wî heye, nikare bimeşe. Em dazwaza azadkirina wî dikin û dawî lêanîna kiryarên dermirovî û yasayî.”

Komeleya Mafên Mirovan, di Raporta Binpêkirina Mafan ya Girtîgehên Li Herêma Marmarayê de destnîşan dike ku 14 jê li Herêma Marmara bi giştî 78 mirin pêk hatine û li ser 140 girtiyan jî binpêkirina mafê jiyanê hatiye testpîtkirin.

Parlamenterê HDPê Mûsa Pîroglu dibêje: “Ez rasterast bêjim. Bi sedan girtiyên nexweş di sînora mirinê de ne. Kiryarên li hember wan bi zanebûn e. Hin girtiyan piştî emeliyatê careke din dibin girtîgehê. Girtî hene nikarin li ser piya bimînin lê hîç kesek gûh nadiyê. Ji bo çareya girtiyên nexweş me li parlametoyê gelek pêşnir dan û didin jî lê ji aliyê desthşlatê ve her têne redkirin.”

Di raporta ku hatiye ragihandin de 2 hezar û 600 jê zarokên di bin 18 salî de, 14 hezar zêdetir jin, 1453 jî girtiyên muebetê ne. Lê hejmara girtiyên polîtîk nehatine destnişanikirin. Li gorî raporta Komeleya Mafên Mirovan ji sedî 15 yê girtiyan ji ber sedemên polîtîk hatine girtin.

Li gorî raporta Saziya Giştî ya Girtîgehên Tirkiyê ragihandiye, li Tirkiyê ji 1ê Adarê ya sala 2023an pê ve li 399 girtîgehan ku kapasîteya wan 290 hezar kese 350 hezar girtî hene. Li gorî vê amarê girtîgehên li Tirkiyê ji sedî 20.66 di ser kapasîteya xwe ne tijî bûne. Ev jî bi xwe re rewşên trahjîk dide der û rê li ber rewşeke ne tendirûst vedike.