HAK-PAR ji bo hilbijartinan banga piştgiriyê li hêzên Kurdistanî dike

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR li Diyarbekir civînek bi navê “Hilbijartinan de Helwesta Rewşenbîrên Kurd” li dar xist. HAK-PARa ku dikare bi navê xwe wek partî beşdarî hilbijartinan bibe dibêje, ew bang li hemû rêxistinên neteweyî dikin ku piştgiriya HAK-PARê bikin û bila vê derfeta HAK-PARê bi kar bînin.

Bi nêzîkbûna hilbijartinê partiyên siyasî jî bername, bangeşî, rêbaz û stratejiyên xwe diyar dikin. Di vê çarçoveyê de Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê jî li Diyarbekirê civînek li dar xist.  Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR dê bi navê xwe bikeve hilbijartinê û dixwaze partî û rêxistinên neteweyî yên Kurdan di hilbijartinan de piştgiriya HAK-PARê bikin. Rayedarên HAK-PAR dibêjin, HAK-PARê derfet girîng bi dest xistiye û divê partî û rêxistinên Kurdan jî vê derfetê baş bi kar bînin û armanca HAK-PARê ya sereke jî ew e ku Kurd mafên xwe yên neteweyî bi dest bixin û vê yekê jî bi siyaseteke demokratîk pêk bînin.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan ji K24ê re got: “Sed sal in em piştgiriya wan dikin lê tiştek neguherî, kurdan dikujin û asîmîle dikin, ma çima em piştgiriya wan bikin. Bo Kurdan statu û kurdistanê re azadî em dixwazin. Bi dewletê re şerek lihevkirî kirin û kurdistan vala kirin.”

Beşdarên civînê bal kêşandin ku di siyaseta Bakurê Kurdistanê de yek ji pirsgirêkên sereke ew e ku gelek partî û rêxistin heman nêrîn û armancan diparêzin lê nikarin di hilbijartinan de werin cem hev û hilbijartinên 14ê Gulanê jî derfeteke ku êdî Kurd vê pirsgirêkê çareser bikin û li dora armanca bidestxistina mafên neteweyî li hev bicivin ku ev yek bêyî xortan nabe.

Akademîsyenê Zankoya Dîcle Vedat Koçal got: “Dema em li bername û daxwazên wê dinihêrin partiya ku bi awayeke neteweyî nunertiya Kurdan di hilbijartinan de bike HAK-PAR e. Lê rastiyek hilbijartinan heye ku wergirtina dengan e. %60ê serjimêriya Diyarbekir ji ciwanan pêk tê. Ev civîn li Diyarbekir tê kirin lê di nava beşdaran de yê herî ciwan ez im û temenê min jî 45 e. Divê HAK-PAR jî û partiyên Kurdistanî jî êdî vê rastiyê bibînin û bikaribin cih bidin ciwanan jî.”

3 Partiyên siyasî yên dengên xwe ji Kurdan distînin û dikarin bi navê xwe bikevin hilbijartinan hene. Yek HDP ye ku wê bi navê Partiya Çap a Kesk bikeve hilbijartinan, yek jê HUDA-PAR e, lê wê bi lîsteyên AK Partiyê bikevin hilbijartinan û yek jî HAK-PAR e ku dê ji van 3 partiyan tenê HAK-PAR bi navê xwe bikeve hilbijartinan.