Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ragihand, hinardekirina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê dê heta dawiya vê hefteyê dest pê bike.

Cîgirê Serokê Komîteya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Nehro Riwandizî îro 27ê Adara 2023an ji K24ê re ragihand, hinardekirina petrolê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê dê di rojên bê de bi taybetî heta dawiya vê hefteyê dest pê bike.

Got jî: Rawestandina hinardekirinê zirareke mezin digihîne hikûmeta Îraq û Herêma Kurdistanê, ji ber ku rawestana 500 hezar bermîlên petrolê, rojane 35 milyon dolar zirar bi xwe re tîne.

Ev yek di demekê de ye, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê Adarê li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo berdewamiya gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, duhî Yekşem 26ê gihîşt Bexdayê.  

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Şemiyê ragihandibû, tîmeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê roja Yekşemê serdana Bexdayê bike û li ser bingeha niyazpakiyê, berdewamiyê bide gotûbêjên ligel Bexdayê.