Li Meletiyê welatî di şert û mercên zehmet de dijîn

Bajarê Meletiyê yek ji wan bajaran e ku ji ber erdhejan bandorên giran dîtiye.
kurdistan24.net

Meletî (K24) - Bajarê Meletiyê yek ji wan bajaran e ku ji ber erdhejan bandorên giran dîtiye. Li gor daneyên dawî 4 hezar û 655 bala û 12 hezar û 83 avahiyên din rûxiya ne û heta niha kavilên 460 avahiyan hatine rakirin. Li bajarê ku bi sed hezaran welatî bê mal mane.

Li bajarê Meletî, welatî ji aliyekî ve piştî erdhejê hewla xwe ragirtinê û rapêçandina birînên xwe didin, ji aliyê din de jî meha Remezanê û şiliyên ku berdewam dikin, jiyana wan zehmettir dike. Li 30 kampên konên ku li bajar hatine çêkirin, ji 302 hezaran zêdetir welatî, li 7 ciyên din yên demkî jî ji 16 hezarî zêdetir welatî dimînin.

Welatiya bi navê Cevriye Demîr ji K24ê re diyar kir: “Em bêriya mercên jiyana normal dikin. Hin pêwistî hatine dabînkirin, lê hêj gelek mexdûriyet hene. Nexweşekî me heye, em nikarin ciyekî peyda bikin da ku ji nexweşxaneyê derbixin. Komapên konteyner û çadiran yên hatine sazkirin de jî, dema wiha şilî be, her der dibe av, elektrik tune ye, av û ciyên paqijiyê tunene. Yanî şertên li vê derê giran in. Welatî di nav zehmetiyên mezin de, hewla berdewamiya jiyana xwe didin.”

Herwiha welatiya bi navê Fadîme Demîr jî dibêje: “Em li taxa Hasanbey diman, mala me xesar dîtiye û em hatine me li ber mala bavê xwe çadir vekiriye. Bi piştgiriya welatiyan em hewla berdewamiya jiyanê didin. Şilî ye, êzing û kersteyên em pê sobê pêxin nîn in. Rewş xirab e û em nizanin dê çewa jî bibe.”

Li gel kêmderfetî û zehmetiyên din yên li ciyên demkî yên meyînê, welatî tînin ziman ku bi taybet di paşîvan de û meha Remezanê de zehmetiyan dikşînin.

Welatiyê bi navê Desstê Cûcim diyar kir: “Welahî rewşa me baş nîne, em bi rojî ne, elektirîka me tune ye. Zarokên me hûr in, 6 li wê çadirê, 5 li vê çadirê û 2 jî li çadireke din hene. Me çadir peyda kiriye, lê ew jî gelek caran dilop dike.”

Welatî Emrah Polat jî dibêje: “Em 37 roj in di çadiran de dimînin, berê çadirên me li vî jêra bû, mala wan avabe, xêrxwazekî cîh dabû me, em 22 roj li wê derê man û li wê derê dabîn irina pêwistiyan hêsantirbû. Lê ji ber metirsiya lehiyê em hatine vê derê. Lê li vê derê jî, elektrîk nîne, êzing tune ne, em bi şev paşîva xwe bi telefonan dikin ku carina şarjê wan jî namîne. 8 heb zarokên me yên xwendekar hene. Di nav van perîşaniyan de emê çi bikin nizanin.”

Bi sedhezaran welatî, kampên konteyner û konan dimînin. Li nav çadiran pirsgirêkên sereke tunebûna elektrîkê û peydakirina êzing û tiştên şewatê ne. Welatî jî daxwaza dabînkirina wan pêwistiyan dikin.