Li Mereşê bi hêza 4.5 erdhej

Li navçeya Goksun ya ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.5 rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Goksun ya ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.5 rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Goksun ya ser bi parêzgeha Mereşê, bi hêza 4.5 pile erdhej qewimî.

AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 17:35 xulekan de û 8.7 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.