“Di pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de ti guhertinek çênebûye”

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê tekezî li ser berdewamiya pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de kir û got: Herêma Kurdistanê û Amerîka dostên hev in û rapora Wezareta Derve ya Amerîka ti bandorê li ser pêwendîyên her du welatan nake.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman di bernameya “Basî Roj” a K24ê de ragihand, rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê ti bandorê li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê nake. Her wiha tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan di warên aborî, ewlehî, çandî û dîplomatîk de kir.

Beyan Samî Ebdulrehman aşkere kir, Wezareta Derve ya Amerîkayê her sal di vê demê de raporekê li ser hemû welatên cîhanê dinivîse, di çarçoveya Iraqê de jî behsa Herêma Kurdistanê kir. Lê ev rapor ji aliyê piraniya welatên cîhanê ve, heta li navxweya Amerîka jî, giringî pê nayê dayîn.

Her wiha got, Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide prensîpên mafên mirovan û rêzê li azadiya olî û azadiyên din digire, ev rapora Wezareta Derve li ber çavan hatiye girtin û li Herêma Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin.

Beyan Samî Ebdulrehman got ku têbîniyên wan li ser naveroka raporê hene û dê ligel berpirsên Amerîkî gotûbêjan bikin, lê heta niha ti bandorek li ser pêwendiyên her du aliyan nekiriye.

Di beşeke din ji axaftinên xwe de Beyan Samî Ebdulrehman aşkere kir, Herêma Kurdistanê û serkirdeyên wê, bi taybetî Serok Barzanî xwedî pêgeh, rêz û hurmeteke taybet in û bi ti awayî raporek bandorê li vê pêwendiya dûr û dirêj, kûr û berfereh nake.

Lê Nûnera Hikûmeta herêma Kurdistanê li Amerîka got, di hevdîtinên xwe yên ligel Amerîka de, wan hertim tekezî li ser parastina aramî û aştiya Herêma Kurdistanê kirine. Dubare kir jî ku aramiya Herêma Kurdistanê, aramiya Iraq û Rojhilata Navîn e.

Beyan Samî Ebdulrehman derbarê asta pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de jî got; Herêma Kurdistanê û Amerîka hevkarên stratejîk û dost in û li ser bingeha bawerî û berjewendiyên hevbeş li navçeyê tevdigerin.

Destnîşan kir jî, erî niha Amerîkayê daxwaz ji me kiribû ku referandomê nekin, lê me got mafê me ye û me kir, lê dostaniya me berdewam bû û dê berdewam be jî, tiştekî asayî ye di nava dostan de nirxandin û gazindan hebin, lê bandorê li mijarên stratejîk nake.

Nûnera Hikûmeta herêma Kurdistanê li Amerîka da zanîn jî, di mehên Gulan û Hezîranê de du şandên Amerîkî dê serdana Herêma Kurdistanê bikin. Yek jê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê ye ku mezintirîn jûreya bazirganiyê ya cîhanê ye bi du mîlyon endamên wê hene û ew giraniyê didin sektora çandiniyê. Ev yek jî pêngaveke din e di têkiliyên aborî yên di navbera her du welatan de bi pêş ve dibe.