PKK biryara rawestandina çalakiyan heta piştî hilbijartinan dirêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – PKKyê dema biryara xwe ya rawestandina çalakiyan ku piştî erdhejên 6ê Sibatê ragihandibû, heta hilbijartinan dirêj kir

Hevseroka Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat ji televîzyona partiya xwe re axivî û got: “Pêvajoya hilbijartinê gelek girîng e û me jî xwest di demeke wiha de hizreka nû li ser biryara xwe ya rawestandina çalakiyan bikin. Ev hilbijartin ji bo gelê me, ji bo gelên Tirkiyê girîng e û rastiyeke diyar heye ku hilbijartineke dîrokî ye. Lewma me jî qedir da vê girîngiyê û biryar da ku dirêjî bidin biryara xwe ya bêçalakiyê.”

Besê Hozat amaje bi wê kir, ew ê piştî hilbijartinan nirxandineke nû li ser li ser rewşê û biryara xwe bikin.

Hevseroka KCKê destnîşan kir jî, ji dema wergirtina biryara rawestandina çalakiyan û vir ve artêşa Tirkiyê êrîşên xwe zêde kiriye û çekên kîmyewî û çekên qedexekirî bi kar tîne. Li hemberî van êrîşan, dê bersiva wan hebe, lê belê di vê pêvajoya hilbijartinê de divê yekîneyên wan ên leşkerî bi ti awayî çalakiyan nekin.