PSK: Em ê piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu, ne Hevpeymaniya Miletê bikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Hilbijartinên 14ê Gulana 2023an ji aliyê hemû partiyan ve wekî qonaxeke girîng tê nirxandin. Siyasetmedarên Partiya Dad û Gelepêşdanê (AK Partî) dibêjn; ji bo berdewamiya reform û gavên demokratîk divê bi taybetî kurd dîsa dengên xwe bidin AK Partî û Erdogan. Partiyên Kurdistanî jî dibêjin; AK Partî ji reform û demorkasiyê dûr ketiye û ji bo ku Tirkiye dîsa bibe welatekî demokratîk ew dê piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu bikin.

Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê di 14ê Gulanê de dê hilbijartinên parlemento û serokomariyê bi hev re bêne kirin. Li gorî nirxandina siyasetmedar, şirovekarên siyasî û lêkolîneran ev her du hilbijartin jî ji aliyê hem desthilatdariyê ve hem jî opûzîsyonê ve wekî hilbijartinên dîrokî têne nirxandin. Siyasetmedarên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) dibêjin; wan dawî li polîtîkayên red û înkarkirina kurdan anîn û ji bo berdewamiya reform, gavên demokratîk û razemeniyan divê kurd piştgiriya AK Partiyê bikin.

Cîgirê Serokê Rêxistina AK Partiyê li Diyarbekirê Hesen Dogan ji K24ê re got: “Ji bo Kurdan jî , ji bo tirkan jî û ji bo umetê jî ev hilbijartineke gelek mezin e. AK Partiyê dawî li înkar û asimilasyona Kurdan anî, xizmetên kul i Edîrneyê dike li Colemêrgê jî dike. Ferq û cidahiyê naxwe nav welatiyan de, ji ber vê yekê dê Kurd dengên xwe bidin AK Partiyê.”

AK Partî, kampanyaya hilbijartinê li ser gavên ku di mijara demokratîkbûna Tirkiye û razemeniyan de avêtine birêve dibe û ji bo pênc salên din ji dengdêran daxwaza piştgiriyê dike. Lê partiyên opûzîsyona Tirkiye û partiyên Kurd jî rexneyan li AK Partiyê dikin ku dibêjin; di van salên dawiyê de Tirkiye ji demokrasiyê dûr ketiye û abûrî têk çûye. Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) jî radigihîne ku ew dê di hilbijartinê de ne piştgiriya Hevpeymana Milet; lê belê piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu bikin û dibêjin; bi serokomariya Kiliçdaroglu dê rêya nîqaşkirina pirsgirêka Kurd jî vebe.

Serokê Giştî Yê PSK’ê Bayram Bozyel dibêje: “Îdîaya me ew e ku dê guhertina pergalê bi xwe re nermahiyekê jî bîne. Ji ber vê yek pêwîst nake ku opozîsyon tiştekê jî bike. Dema ku opozîsyon bibe desthilatdar û destê ji xwe ji daraz û dadweriyê bikişîne dê nermahiyek çêbibe. Heger dawiyê li operasyonan bîne dê nermahiyek çêbibe. Heger dawiyê li zext û girtinan bîne dê nermahiyek çêbibe. Ji van zêdetir tu hêviyeke me yê mezin nîne.”

Aliyên AK Partiyê dibêjin; wan Tirkiye bi her awayî guherand, dawî li polîtîkayên red û înkarkirina Kurdan anîn, gavên demokratîk avêtin û Tirkiye kirin welateke demokratîk û dewlemend.  Aliyên opozîsyonê jî dibêjin; Kurd û zimanê kurdî hê jî tê redkirin, ji ber polîtîkayên hişk, welat ji demokrasiyê dûr ket û ji bilî aliyên nêzîkî desthilatdariyê aliyên din ên civakê xizan bû. Rewş ev e; gelo dê baweriya dengdêran bi kîjan alî bê? Bersiva vê pirse di 14ê Gulanê de ji aliyê gel ve bê dayîn.”