Serokwezîr Mesrûr Barzanî nameyek ji Wezîra Derve ya Almanyayê wergirt

Annalena Bearbock di nameya xwe de ragihand: “Ez xweşhal bûm ku min ji cenabê we bihîst, parastina mafên mirovan, bi taybetî mafên jinan û medyakaran, cihê girîngiya taybet a hikûmeta we ye.”

Hewlêr (K24) – Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Bearbock nameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re şand û amaje bi serdana xwe ya dawî ya Herêma Kurdistanê da û ragihand: “Ez xweşhal bûm ku min ji cenabê we bihîst, parastina mafên mirovan, bi taybetî mafên jinan û medyakaran, cihê girîngiya taybet a hikûmeta we ye.”

Îro Sêşemê 28ê Adara 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Bearbock nameyek wergirt.

Di nameyê de Annalena Bearbock spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dike ji bo pêşwaziya germ û dostane ya di dema serdana Wezîra Derve ya Almanyayê bo Herêma Kurdistanê di rojên 7-10ê Adarê de, herwiha tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Almanyayê ji bo Herêma Kurdistanê dike.

Wezîra Derve ya Almanyayê di nameya xwe de dibêje: “Ez xweşhal bûm ku min ji cenabê we bihîst, parastina mafên mirovan, bi taybetî mafên jinan û medyakaran, cihê girîngiya taybet a hikûmeta we ye. Herwiha ez pêşwaziya germ li wê yekê dikim ku hûn dikarin bi awayekî çalak rûbirûyî bandorên qeyrana keşûhewayê bibin. Hemû ev pêşmercê wê yekê ne ku xelk li niştimana xwe asoya siberojê bibînin.”

Annalena Bearbock di nameya xwe de diyar dike: “Ez spasiya we dikim ji bo wê yekê ku Herêma we ji sala 2014an ve gelek awareyên navxwe ji seranserê Iraqê wergirtine û heta niha jî hûn wan diparêzin. Êzidî, Mesîhî û xelkê ser bi kemîneyên din jî pêwîstiya wan bi asoya siberojê heye, ku di jiyana nav kampan de zêdetir bibe û asayîşeke civakî ji wan re bibexşîne. Ez dixwazim we han bidim ku derbarê vê yekê de him li Herêma we û him di gotûbêja ligel Bexdayê de di xabata ser vê mijarê de berdewam bin.

Di dawiya nameyê de Wezîra Derve ya Almanyayê dibêje: “Ez hêvîdar im ku pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêrê, piştî pêkanîna serkeftî ya hikûmetê li Bexdayê, li ser bingeha nû û pêbawer were avakirin, da ku çavkaniyên dewlemend ên Iraq û Herêmê bi awayê herî baş ji bo xizmeta xelkê xwe werin bikaranîn.”