Bendavên li Germiyanê tije bûne

Piştî sê salên hişkesaliyê û daketina asta bendavan, îsal ciyawaz ji salên borî, ji ber barana zêde, bendavên li Germiyanê tije bûne.

Germiyan (K24) – Piştî sê salên hişkesaliyê û daketina asta bendavan, îsal ciyawaz ji salên borî, ji ber barana zêde, bendavên li Germiyanê tije bûne.

Îro Sêşemê 28ê Adara 2023an, Serperiştyarê Bendavên Germiyanê Cebar Mehmûd ji Kurdistan24ê re ragihand, av li çar bendavên li navçeya Germiyanê di ser re çûye, ku ew bendav; Bendava Kifrî, Bendava Avaspî, Bendava Hesen Kenoş û Bendava Turecar in.

Ji ber hişkesaliyê, sê salên borî li Germiyanê ziyaneke mezin gihîşt sektora çandinî û ajaldariyê ya navçeyê, zêdebûna barîna baranê ya îsal, cotkar û ajaldarên navçeyê kêfxweş kiriye û metirsî li ser hişkesaliya sala bê nehiştiye, di demekê de ku salên borî hişkesaliyê ziyaneke mezin gihandibû welatiyên Germiyanê.