Washington: Kengî û çawa bixwazin, em ê bersiva êrîşên li ser baregehên xwe bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Encumena Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby ragihand, Washington her dema bixwaze dê bersivê bide êrişên li ser leşkerên xwe yên li Iraq û Sûriyê.

Kirby duhî 28ê Adarê di konferanseke rojnamevanî de got, Amerîka dê li gor pêwîst be, bersiva grûpên çekdar ên bi piştevaniya Îranê yên ku navendên Amerîkî li Sûriye û Iraqê dikin armanc, bide.

Kirby got jî, welatê wî dê di dem û awayê guncaw de bersiva her êrîşekê li dijî baregehên wê li Sûriye û Iraqê bide.

Kirby berî niha gotibû jî, Washington piştî çend êrişan li ser bingehên wê, hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê kêm nake.

Kirby gotibû: “Kêmtirî 1000 leşkerên me li Sûriyê hene vî karî dikin, hejmara wam ji berê kêmtir e, lê bes e û pir girîng e.”

Her wiha gotibû ku êrîşên mûşekî ji deverên ku komên terorîst ên biyanî yên ku Îran piştgiriya wan dike li Dêrezorê li ser baregehên wan tên kirin.

Roja Pêncşema borî êrîşek bi riya dronan li dijî baregeheke Amerîkî li parêzgeha Hesekê hate kirin û di encamê de karmendekî Amerîkî hat kuştin û 6 leşkerên Amerîkî jî birîndar bûn.

Roja din jî 2 baregehên din ên Amerîkayê li kêlgeha petrolê ya El-Omer û kêlgeha gazê ya Konîko li parêzgeha Dêrezorê rastî êrişên nû yên mûşek û dronan hatin û di encamê de leşkerekî Amerîkî birîndar bû.

Leşkerên Amerîkî di bersivê de, bi firokên F-15 êrîşî li ser baregehên mîlîşyayên ser bi Îranê ve li Dêrezorê kirin, li gorî raportên medyayî jî di encamê de 19 çekdarên wan grûpan hatin kuştin.