Amerîka cezayan li ser 6 bazirganên madeyên hişbir disepîne, ji wan 2 kes xizmên Esed in

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Xizîneya Amerîkayê ragihand, wan duhî Sêşemê cezayên nû li ser 6 kesan sepandine, ji wan du xizmên Serokê Sûriyê Beşar Esed in, ji ber rola wan di berhemanîn û firotana madeya hişbir a Captagon de hene.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Xezîneya Amerîkayê, cezayên ku bi hevbeşî ligel Brîtanyayê hatine sepandin, du pismamên Serokê Sûriyê, Samir Kemal Esed û Wesîm Bedî’i Esed, dikin armanc.

Diyar kir jî, Samir Kemal Esed xweiyê kargehekê li bajarê peravê Laziqiyê ye ku di sala 2020 de, 84 mîlyon hebên Captagonê berhem anîne.

Berpirsa di Wezareta Xezîneyê de Andrea Gacki di daxuyaniya xwe de got: “Sûriye bûye serkêşê cîhanê di berhemanîna Captagonê de, ku madeyeke pir hişbir e û beşeke mezin ji wê derbasî Lubnanê dibe.”

Di nava kesên din ên cezayên Amerîkî li ser wan hatine sepandin, bazirganê madeyên hişbir ê Lubnanî Nuh Zuaîter e ku ji aliyê desthilatdaran ve tê şopandin. Yekî din jî bi navê Hesen Diqo ye ku toreke Lubnanî-Sûrî birêve dibe.

Li gorî lêkolîneke Ajansa Nûçeyan a Fransî ku di Mijdara borî de hatiye kirin, di nav deh salên şer wêranker de, nexşeya Sûriyê hatiye guhertin, xêzên nû û dergehên navxweyî yên ku herêman ji hev vediqetîne, hatine xêzkirin, lê tiştek tenê hemû van xetan derbas dike heye, ew jî bazirganiya Captagon a bi milyar dolaran e.