Li hember penaberên Sûrî helwesta nîjadperestî zêde dibe

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Penaberên Sûrî ji ber şer reviyan û xwe spartin Tirkiyê e da ku karibin ji xwe re jiyaneke bi aram damezrînin. Lê bi nêzîkbûna hilbijartinan re dîsa dibin armanca bangeşeyên partiyên siyasî, helwestên nîjadî û netewperestî. Komele û penaberên Sûrî ji vê yekê dilteng in û dixwazin dawî li vê helwesta dermitovî bê ku di hertiştî de Sûrî têne sûcdarkirin.

Penaberên Sûrî ji ber şer reviyan û xwe spartin Tirkiyê e da ku karibin ji xwe re jiyaneke bi aram damezrînin. Lê bi nêzîkbûna hilbijartinan re dîsa dibin armanca bangeşeyên partiyên siyasî, helwestên nîjadî û netewperestî. Komele û penaberên Sûrî ji vê yekê dilteng in û dixwazin dawî li vê helwesta dermitovî bê ku di hertiştî de Sûrî têne sûcdarkirin.

Bi nêzîkbûna hilbjartinan re dîsa helwestên nîjadî û netewperesetî yên li dijî penaberên Sûrî ku bi salane entegreyî Tirkiyê bûne zêde dibin; Û ev yek jî metirsiyeke mezin peyda dike li ser jiyana wan. Komele û saziyên gireday mafên  penaberên Sûrî didine xuyakirin ku hewldanek heye ku dijminatiyekê bixin nava Sûriyeyiyan de bi boneya ku sibe roj biteqe. Hem ji aliyê partiyên siyasî û hem jî li ser medya civakî şêwazakeke dermirovî tê bikaranîn.

Serokê Komeleya Nûr ya Penaberên Sûrî Dr. Mehdî Dawûd ji K24ê re got: “Medya van partiyên li dijî Sûriyan hingî ku aqilê mirovan dadigirin gava em çûne Antakya pirê wan digoti ji ber ku Sûrî li vir in ev erdhej pêk hatiye. Bi rastî li Tirkiyê çi dibe dixi sitûyê Sûriyan. Baran were jî ji Sûriyan neye jî ji Sûriyan. Ku erd ziwa bibe jî sebep dîsa Sûrî ne. Û dema baran gelekî were jî wek li Rihayê çêbû dixin sûcê Sûriyan.”  

Penaberên Sûrî jî beranber vê hewlê dibêjin  ku ew jî însanin û ew jî wekî herkesi jiyaneke bi adil dixwazin, herwesa di bêjin  ew ne ji ber kêfe, belko  ji ber tirsa mirin û bordûmanê xwe spartiye Tirkiyê.

Penabera Sûriyeyî Fatma Zehra dibêje: “Em ji şer hatine û xwe sipartiye vî welatî. Dema mûçeyê wan kêm be jiyana wan ya debarê nebaş be vê yekê dixin sûcê me. Zaroka min heye li dibistanê lêdixin ji bo ku Sûriyeyî. Çopê davêjin ser malên Sûriyeyiyan. Ev ne tiştekî mirovî ye. Em jî zarokên xwe mezin dikin wek mirovan çima wisa li me dikin. Mixabin êdî ez gelekî şerm û fêdî dikm ji van tiştan.”

Penaberê Sûrî Abdulhekim Eziz Bettal got:  “Hatina karekî bi dirûstî bi exlaq û bi şeref bi wan re kar bikin. Lê dikin bazara siyasî çi bibe dixin sûcê Sûriyan. Sûriyan xanî xera kir, zelzele anî ev nêrîk gelek şaş e. Em hêvîkar in vê helwesta xwe beramber Sûriyan cûda bikin.”

Bi boçûna komeleyên penaberan li Tirkiyê ji ber pêşderaziya heyî rewş hatiye wê radeyê ku penaberên Sûrî li derve êdî nikarin bejin em Sûriyeyî ne ji bo nekevin nava nîqaşê. Ew dibêjin; dema Sûriyan tiştek nekiribe û dîsa tade li wan bê kirin êdî ew yek dibe zilm.