Grama zêr li Tirkiyê rekorên nû tomar dike

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Grama zêr her ku diçe rekortên nû li xwe tomar dike. Piştî biryara faîzan ya Bankaya navemdî ya Tirkiyê û FEDê di qada fînansî ya kureyî de onsa zêr xwe nêzîkî 2 hezar dolaran kir. Zêrfiroş vê proseyî erênî dibînin û dibêjin di demek kin de wê gama zêr derkeve ser hezar û 500 lîreyan.

Grama zêr hemû rekortên heta niha serûbino kirin. Onsa zêr gihîşte sînorê 2 hezar dolaran. Di qada fînansî ya cîhanê de piştî sînyalên FED yên di warê polîtîkaya pereyan de grama zêr rekorteke nû li xwe tomar kir û derkete ser hezar û 234 lîrayan. Bi boçûna zêrfiroşan ev demekê ye wan bendewariya pêngaveke bi vî rengî dikir di zêr de, Ew dibêjin; dema bihayê zêr bilind dibe kirîn û firotin jî zêde dibe.

Zêrfiroş  Ridvan Kusanç ji K24ê re got: “Ya rastî zêr diviyabû hê bilindtir bibe. Li gorî rewşa niha diviya bû grama zêr li dora hezar û 400 an jî hezar û 500 lîreya bûna. Ons çû ser 2 hezar û 100 dolaran. Em çaverêne bilind bibe. Welatî berê dane kirîna zêran.”

Li aliyekî bi bilindbûna onsa zêr û rekortên nû yên di grama zêr de bihayê zêrê Komarê yê li Tirkiyê jî zêde kir. Li gorî bihayên nû zêrê Komarê bû 8 hezar û 095 lîre, zêrê çarîk 2 hezar û 31 yek lîre û nîvvzêr jî derkete ser 4 hezar û 062 Lîreyên Tirkiyê.

Li gorî nirxandinên pisporan jî, ji ber qeyrana di bankayên metal yên bi qîmet de û metirsiyên ku pê re bilind bûne û herwiha kêmbûna nirxê dahatên tehwîlan yên di borsayê de dike ku bazara zêr ewletir bibe û di heman demê de jî, ev rûdan ji bo bingeha onsa zêr dibin wek mildayîn û palpiştiyekê.