Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata El Hekîm kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata El Hekîm kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata El Hekîm kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 29ê Adarê, peyameke sersaxiyê arasteyî Serokê Tevgera Hîkme Emar El Hekîm û malbata El Hekîm kir ji ber koça dawî ya kurê Ayetullahê Uzma Mihemed Baqir El Hekîm, Seyîd Sadiq El Hekîm.

Mesrûr Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe nîşan da û hêviya xwe anî ziman ku Xwedayê mezin giyanê rehmetî bi bihiştê şad bike û aramî û dilnewayî jî bibexşîne malbat û kesûkarên wî.