Sê parkên giştî li parêzgeha Duhokê têne dirustkirin

Parêzgariya Duhokê ragihand, sê parkên giştî li bajêr û navçeya Sêmêlê têne dirustkirin.

Duhok (K24) – Parêzgariya Duhokê ragihand, sê parkên giştî li bajêr û navçeya Sêmêlê têne dirustkirin.

Di daxuyaniyekê de Parêzgariya Duhokê diyar kir, îro Çarşemê 29ê Adara 2023an derbarê dirustkirina sê parkên giştî yên li parêzgeha Duhokê de, Parêzgarê Duhokê Elî Teter serperiştiya civînê kir û biryara dirustkirina van sê parkan hat dayîn:

- Parka giştî li navçeya Aloka ya li parêzgeha Duhokê

- Parka giştî li nav qezaya Sêmêl

- Parka giştî li cihê devera pîşesaziyê ya otomobîlan a parêzgeha Duhokê

Parêzgariya Duhokê herwiha eşkere kir ku her sê proje stratejîk in, bi taybetî parka Aloka ku bi çend qonaxan tê dirustkirin.