Berdevkê HUDA PARê: Em dixwazin bi rêya siyasetê pirsa Kurd bi hikûmetê bidin qebûlkirin

Hewlêr (K24) – Berdevkê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Serkan Ramanlî ragihand, HUDA PAR dibêje pirsgirêka Kurd divê li Parlamentoya Tirkiyê çareser bibe, ew dixwazin ku bi rêya siyasetê meseleya Kurd bi hikûmetê bidin qebûlkirin, da ku gelê Kurd bigihîje mafên xwe.
Serkan Ramanlî ji bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser beşdarbûna HUDA PARê di nava Tifaqa Cumhurê de bersiv da pirsên Îman Derbas.
Ramanlî diyar kir: “Em tevlî Tifaqa Cumhurê bi ser lîsteya AK Partiyê bûne, lê niha em diyar nakin ku çend namzedên me dê di lîsteya AK Partiyê de tevlî hilbijartinan bibin, lewra heta 9ê Nîsanê ev lîste dê radestî dadgeha hilbijartinan bibe, wê demê dê diyar bibe. Niha em li ser van namzedan, li ser navan û li ser hejmaran em gotûbêjan dikin, lê ev jî hê berdewam e.”
Li ser hebûna Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) di nav Tifaqa Cumhurê de ragihand: “Ev hevpeymaniya me, ne hevpeymaniyeke siyasî ye. Her partî li gor bîr û baweriya xwe dê li piya bimîne, her çi rexne kiribe dîsa rexne bike û piştgiriya çi dabe dê piştgiriya xwe berdewam bike. Dema ku em tevlî Tifaqa Cumhurê jî bibin, ne ku em dev ji doza xwe ya ku heta niha em li dûv diçin em dev jê berdin, em ê her daîm wek xwe bin.”
Derbarê çareseriya pirsa Kurd de diyar kir: “Daxwaza me ev e, em dibêjin pirsgirêka Kurd jî lazim e li Parlamentoya Tirkiyê çareser bibe, lewra heta niha, ev çil sal in bi çekdarî ev çareserî pêk nehat, em jî dixwazin ku bi rêya siyasetê meseleya Kurd bi hikûmetê bidin qebûlkirin, da ku gelê Kurd bigihîje mafên xwe.”
Serkan Ramanlî li ser daxwazên Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ên derbarê mafên Kurdan de ragihand: “Li ser meseleya Kurd em gelek dilêş in, em dixwazin gelê Kurd jî bigihin heq û mafên xwe, herwekî perwerdehiya zimanê zikmakî, zimanê Kurdî bibe ji zimanên fermî yên Tirkiyê, li ser van û herwekî din di Destûra Tirkiyê de navê Kurdan jî hebe, ew jî bêne qebûlkirin, em li ser van sê esasên xwe sekinîne û em doza vê dikin.”