Li Erzinganê otobusa rêwiyan wergeriya: 2 mirî, 21 birîndar

Navenda Nûçeyan (K24) – Li heft bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji ber rewşa xirab a hewayê, betlane bo dibistinan hate ragihandin. Li bajarê Erzîncanê jî di encama bûyereke hatûçûyê de 2 kes canê xwe ji dest dan û 21 kes birîndar bûn.

Rewşa awarte ya hewayê û barîna berfê, hatûçûyê jî zehmet dike û dibe sedema bûyeran û li heft bajaran ji ber rewşa xirab a hewayê betlane ji bo dibistinan hate ragihandin.

Ji aliyekî din ve, hat zanîn îro danê sibe li ser riya Erzîngan – Sêwasê ku berf û qeşa girtibû, atobusek wergeriya û di encama bûyerê de 2 kes canê xwe ji dest dan û 21 kes birîndar bûn.

Tîmên tendirustiyê û agirkujê û polîs gihîştin cihê bûyerê û birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin rakirin û di derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.