Rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê nirxê petrolê bilind dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, nirxê petrolê li bazarên cîhanê bilind kiriye. Navendên darayî û enerjiyê hişyariyê didin ku eger bo demeke dirêj hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê were rawestandin, nirxê her bermîlekê dê nêzîk 100 dolar bibe. Amerîka dixwaze di zûtirîn dem de hinardekirina petrolê dest pê bike û Herêma Kurdistanê wek şirîkekî girîng dibîne û hertim Hewlêr û Bexdayê han dide ku pirsgirêkên enerjî û bûdceyê di nav xwe de çareser bikin.

Cîhan niha rojane ji nêzîkî nîv milyon bermîlên petrola Herêma Kurdistanê bê par e, ev jî bûye sedema bilindbûna nirxê petrolê. Banka Barclays pêşbînî dike, eger petrola Kurdistanê heta dawiya îsal negihe bazaran, tê pêşbînîkirin nirxê her bermîlekê bigihe 92 dolaran.

Rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, bi biryara Dadgeha Navbênkariyê ya Navdewletî ya Parîsê ye. Harry Estepanian ku di dadgehê de kar dikir got: “Ev biryar, biryareke dawî ye, lê pêwîstiya bazaran bi enerjiya Herêma Kurdistanê heye.”

Di vê derbarê de Pisporê enerjiyê Harry Stepanian ji K24ê re got: “Eger rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê berdewam bike, dê nirxê petrolê bilind bibe. Piştî biryara dadgehê nirxa nefta Brent 3 dolar zêde bû. Ya ku li dadgehê dibe ev e, di destpêkê de alî ji dadgehê daxwaza navbênkariyê dikin û eger lihev nekirin jî, daxwaza hikumê dikin. Di nakokiyên Iraq û Tirkiyê yên derbarê bikaranîna boriya petrolê de, biryar dawîn e û nayê îtîrazkirin.”

Nayê çaverêkirin ku Amerîka rasterast destêwerdana vê pirsê bike, lê wek ku ew bi xwe dibêjin, rast e Washington ti gotinê li ser biryara Dadgeha Navdewletî ya Hakemantiyê nake, lê ew sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê girîng dibînin.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel dibêje: “Me ji hikûmeta Tirkiyê û Iraqê daxwaz kiriye ku hinardekirina petrolê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyê ji nû ve bidin destpêkirin. Rawestandina hinardekirina petrolê bi kêrî kesî nayê. Em haydar in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dîtina çareseriyeke giştgîr li ser bûdce û petrol û gazê ligel Hikûmeta Iraqê gotûbêjan dike. Iraq û Herêma Kurdistanê hevbeşên stratejîk ên Amerîkayê ne.”

Kongressa Amerîkayê ji nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê agahdar e, çendîn car jî kongresman û senatoran daxwaz ji rêveberiya Amerîkayê kirine ku rola wê di çareserkirina pirsgirêkên her du aliyên de hebe.