Cilê Pêxember li Stenbolê tenê di Remezanê de tê nîşandan

Stenbol (K24) – Cilê taybet ku bi navekî din Hirka î Şerîf wek cilê Hezretî Mihemed tê destnîşankirin ev 406 sal e li Stenbolê tê parastin. Cilê ku ji hêla Misilmanan ve weke nirxeke pîroz tê dîtin, tenê di meha Remezanê de di mizgeftekê de ji bo dîtina xelkê tê pêşandan. Ji gelek dever û bajarên cuda hejmareke zêde Misilman ji bo dîtina cilê Pêxemberê Îslamê berê xwe didin wê mizgefta li Stenbolê.

Ev cilê ku bi navekî din Hirka î Şerîf tê zanîn di nav cameke taybet de hatiye raxistin cilê Hezretî Mihemed ê Pêxemberê Îslamê ye ku ji hêla wî wasiyet hatiye kirin da ku cil diyarî Weysel Qaranî bê kirin.

Cilê ku ji sala 1851an heta niha li mizgefta Hirka î Şerîf a navçeya Fatîh a Stenbolê tê parastin salê tenê carekê ji bo serdana xelkê tê nîşandan ku ev nîşandan jî di meha Remezanê de pêk tê.

Welatî Huseyîn Şenel: “Serdana cilê Hezretî Mihemed salalahu aleyhiwesselam ji bo min weke dîtina wî ya li vê cîhanê ye. Bi raya Xwedê em li axretê jî hevdu bibînin. Ez spasiya wan kesan dikim ku vî cilî heta îro parastine.”

Gelek kesên Misilman ên ji bajarên cuda yên Tirkiyê ji bo dîtina vî cilî her sal meha Remezanê berê xwe didin vê mizgefta dîrokî ya li Stenbolê.

Welatî Hîlal Havva Ozalp: “Ez her sal dema Remezanê têm vê mizgeftê da ku vî cilê pîroz bibînim. Dema têm vir gelek hestyar dibim. Ev cil ji bo nirxeke manewî ye divê em xwedî lê derkevin.”

Gelek kes dema dîtina vî cilî kelûgirî dibin.

Welatî Muammer Turkel: “Dîtina cilê wî wek dîtina şemala wî ye. Aşq nebe, meşq jî nabe. Bi dîtina cilê wî ez xwe weke li cem wî hîs dikim. Em ji wî hez dikin hêvîdar im ew jî ji me hez bike.”

Ji bo dîtina vî cilê Hezretî Mihemed ku cara yekem di sala 1617an de ji hêla Şukrullah Efendî yê ji mala Uweysî ye ve hatiye anîn bo Stenbolê bi hezaran kes serdana mizgefta Hirka î Şerîf dikin. Serdana bo dîtina vî cilî heta roja Erefeyê yanê (20ê Nîsanê) dê bidome.