Kurdek dibe Balyoza Amerîka li Misrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Spî di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Amerîka Joe Biden plan dike, Hêro Mistafa Bajalan ji bo posta Balyoza Amerîka li Misrê destnîşan bike.

Di daxuyaniyekê de hatiye, Hêro Mistafa Bajalan di navbera salên 2019-2023an de Balyoza Amerîkayê li Bulgaristanê bû. Cîgira Serokê Nûneratiya Amerîkayê li Balyozxaneya Lîzbona Portugalê bû. Her wiha Şêwirmenda Siyasî di Balyozxaneya Amerîka li New Delhi, Paytexat Hindistanê bû.

Hîro Mistefa pêştir jî di Ofîsa Cîgirê Serokê Amerîkayê de li ser mijarên girêdayî Rojhilata Navîn, Asyaya Navîn û Başûr kar kiriye.

Li gor malpera Koşka Spî, postên wê yên din li Washingtonê, Cîgira Rêveberê Ofîsa Efxanistanê, Şêwirmenda Rojhilata Navîn li Ofîsa Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Siyasî, Rêveberê Dosyaya Karûbarên Îranê û Karûbarên Îsraîl û Felestînê û Urdibê di Encûmena Asayişa Niştimanî de kar kiriye.

Hêro Bajalan li derve jî wek Koordînatora Sivîl a Amerîka li Mûsilê, Berpirsa Konsulxaneyê Beyrûtê û Berpirsa Siyasî li Atînayê, Yûnanistanê kar kiriye.

Hêro Mistefa xelata “Matilda W. Sinclair” ji bo Serkeftina Berbiçav di Zimanên Biyanî de wergirtiye, ji ber ku ji bilî zimanê îngilîzî, bi Kurdî, Erebî, Farisî, Yewnanî, Hindî, Bulgarî û Portugalî dizane.

Hêro Mistefa dema wergirtina postê Balyozê Amerîka li Bulgaristanê di sala 2019an de  got: “Ez şanaziyê bi wê yekê dikim ku wek Amerîkiyeke bi regeza Kurd wek Balyoz hatime namzedkirin.”

Hêro Mistefa Bajalan sala 1973an li Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê ji dayîk bûye. Di 3 saliya xwe de ligel malbata xwe koçî Amerîkayê kiriye, li zanîngeha Georgetown a Washingtonê xwendiye û li zanîngeha Princeton a New Jersey mastera zanistên siyasî wergirtiye.

Koşka Spî diyar kir, wan belgefîlmek li ser koçkirina malbata Hêro Mistefa Bacalan çêkiriye ku Hêro qehremana wî belgefîlmî ye.