Ji ber bihabûnê, welatî berê xwe didin şîrînahiyên erzantir

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Di mehên Remezanê de bazara şîrînahiyan jî germ dibe. Lê belê ji ber bihayên şekir, fisteq û arî bihayên şîrînahiyan jî giran bûne û welatî jî berê xwe didin şîrînahiyên erzantir. Şîrînahîfiroş dibêjin; di meha Remezanê de karê wan baş e. Welatî jî dibêjin; Remezan bê şîrînahî nabe.

Li Diyarbekirê di demjimêrên ber bi fitarê ve bazara şîrînahiyan jî germtir dibe. Welatî dixwazin di dawiya rojiyê de hem tama deve xwe şirîn bikin û hem jî enerjiyê bistînin. Bihayên fisteq, rûn, ar û şekir ku şîrînahî pê tên çêkirin jî giran bûne. Ji ber vê bihabûnê kîloya beqlewayan di navbera 240 û 390 lîreyî de ye. Lewma xelk berê xwe didin erzantirîn şîrînahî ku ew jî helqe ye. firoşkarên şîrînahiya helqeyan jî ji danûstandina Remezanê keyfxweş in.

Şîrînahîfiroş Rohat Aslanbeylî dibêje: “Ev 30 sal in em vî karî şîrînahiyê dikin. Em ji beriya Remezanê amadekariya xwe dikin. Ji ber ku şîrînahiya helqe ji aliyê piraniya civakê ve tê standin em jî bihayan giran nakin. Welatî gelek jê hez dikin û bi kêloyan dikirin. Di vê mehê de karê me jî baş e.”

Li Bakur û Tirkiyeyê jî ji vî cûreyê şîrînahiyê re helqe datli tê gotin. Ev şîrînahiyeke navdar e. Hem sivik e û hem jî li gorî qedayif û beqleqayê erzantir e. Kîloya wê di navbera 60 û 80 lîreyî de ye. Welatî jî li gorî pêwîstiya xwe şîrînahiyê distînin û dibin ser sifreyên fitarê.

Welatî Berîn Şeker: “Remezan xweş e lêbelê ji ber erdhejê em îsal hinekê xemgîn in. Em dîsa jî şikir dikin. Em bi malbatî ji şîrînahiya helqe hez dikin. Li herêma me jî ev şîrînahî gelek tê xwarin, tama wê jî gelek xweş e.”

Welatiyekî din jî dibêje: “Hem tama vê şîrînahiya helqe xweş e hem jî ev şîrînahiya xizanan e. Kîloya şîrînahiyên din bûye 270 lîre. Ka gelo keseke bi kêmtirîn mûçe debara xwe bike dê çawa bikare bi 270 lîreyan şîrînahiyê bikire. Em vê şîrînahiyê dikirin û pê tama devê me şîrîn dibe.”

Ji sifreyên Remezanê şîrînahî kêm nabe, welatî jî li gorî budçeya xwe şîrînahiyê dikirin. Hem tama vê cûreyê şîrînahiyê xweş e hem jî bihayê wê li gorî şîrînahiyên din guncavtir e.