Bernameya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat aşkerekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji tirsa girtinê, neçar mabû bi navê Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinan bibe. Wê partiyê îro bernameya xwe ya hilbijartinê ragihand û Hevserokê HDPê Mîthat Sancar got, Partiya Çep a Kesk bergiriyek bû li dijî astengiyên ku li pêşiya HDPê hatibûn derxistin.

Partiya Çep a Kesk di civîneke taybet a li Enqereyê de bernameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir, hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, gelek rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî çalakiya li Enqereyê bûn.

Sancar got: Bi hezaran astengî derxistin li pêşiya HDPyê. Pîlangerî û her cûre zordestiyê kirin, lê serneketin. Me gotibû em ê li dijî wan hemû bergiriyan werigrin, da ku hêza gelên xwe di sedsala nû de bikin navenda avakirinê. Me bergirya xwe wergirt û ji bo guherînê em di bin darê Partiya Çep a Kesk de civiyan.”

Got jî: “Em ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, li dijî polîtîkayên redkirin û înkarê yên şer li vir in. Em ji bo aştiyeke mezin li dijî kîn, nefret û dijminatiyê li vir in. Em ê bi hev re desthilatê biguhêrînin.”

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, piştî Mîthat Sancar hat ser dikê, bi kurdî silav kir û got: “Îro em bi hev re hîmê serdemeke nû, rojên xweş ên tijî hêvî datînin.”

Buldan got jî: “Daxuyaniya me, bernameya çareseriya demokratîk a Tirkiyeyê ye, manîfestoya azadî, aştî, edalet û jiyana nû ye. Helbet em bi hêsanî negihîştine van rojan. Me hemû astengî, bend, zext û pîlanên ku li pêşiya me hatine danîn derbas kirin, em bi berxwedanê gihîştine van rojan!”