Îstixbarata Iraqê desteserkirina 14 tometbaran ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Îstixbarata Serbazî ya Iraqê desteserkirina 14 tometbaran û destdanîna ser 21 bombeyên vedayî li parêzgehên Enbar, Besra, Kerkûk û Selahedînê ragihand.
Îro Pêncşemê 30ê Adara 2023an, Rêveberiya Îstixbarata Serbazî ya Iraqê di daxuyaniyekê de eşkere kir: “Li gor zanyariyên îstixbaratî yên Fermandariya Operasyonên Besra û bi hevkariya hêzên ewlehiyê yên îstixbaratê, li navçeyên cuda cuda yên heman parêzgehan, 14 tometbar bi dosyeyên cûr bi cûr hatin desteserkirin.”
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku mefrezeyên îstixbarata serbazî dest danîn ser 21 bombeyên vedayî, li parêzgehên Kerkûk, Enbar, Neynewa û Selahedînê, piştre bi hevkariya tîmeke endezyarî, bombe hilgirtine.