Biden: Em demokrasiyê li cîhanê bihêz dikin

Serokê Amerîkayê Joe Biden soza dabînkirin û pêşkêşkirina bi qasî 690 milyon Dolar ji bo bihêzkirina bernameya demokrasiyê li hemû cîhanê dide.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden soza dabînkirin û pêşkêşkirina bi qasî 690 milyon Dolar ji bo bihêzkirina bernameya demokrasiyê li hemû cîhanê dide.

Joe Biden di vekirina Duyemîn Lûtkeya Demokrasiyê de ragihand, pêwîstiya demokrasiyê bi karê cidî û berdewam heye, bi taybetî îro ku ber bi baştirîn demokrasiyê ve diçin, ev jî ji ber pabendbûna serkirdeyên cîhanê bi bingehên demokrasî û sorbûna gelan li ser destpêgirtina wê ye.

Biden diyar kir: “Em li ber werçerxan û zivirîneke dîrokî ne, em û hevpeymanên me di demên hestyar re derbas dibin ku pêwîstiya em bi demokrasiya zêdetir û bihêztir heye ji bo rûbirûbûna rejîmên dîktator.”

Serokê Amerîkayê bal kişande ser wê yekê ku ew ligel Kongresê kar didin ji bo dabînkirina bi qasî 690 milyon Dolar ji bo bihêzkirina bernameya demokrasiyê li hemû cîhanê.