Li Rihayê bûyera trafîkê: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, 3 otomobîlan li hev dan û di bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.
Riha
Riha

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, 3 otomobîlan li hev dan û di bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Îro Pêncşemê 30ê Adara 2023an, li bajarê Rihayê li nêzîkî Devera Organize ya Pîşesaziyê du barhilgiran li hev qelibîn û piştre li otombîleke li kêleka rê dan.

Di bûyerê de ajotvanê barhilgirê Îlhan Yetim û kesê li cem wî yê bi navê Abdullah Karataş jiyana xwe ji dest dan û Hakan A. jî birîndar bû.

Piştî agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs gihîştin cihê bûyerê û birîndar Hakan A. ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Rêya ku ji ber bûyera trafîkê hat girtin, piştî barhilgir ji ser rê hatin rakirin careke din bo hatûçûnê hat vekirin.