Parlamentoya Tirkiyê endamtiya Fînlandê li NATOyê pesend kir

Parlamentoya Tirkiyê endamtiya welatê Fînlandê sli NATOyê pesend kir û Serokê Fînlandê jî pêşwazî li vê biryarê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Tirkiyê endamtiya welatê Fînlandê sli NATOyê pesend kir û Serokê Fînlandê jî pêşwazî li vê biryarê kir.

Roja Pêncşemê 30ê Adara 2023an, Parlamentoya Tirkiyê derbarê dosyeya endambûna Fînlandê li hevpeymaniya NATOyê civiya û parlamentoyê endamtiya Fînlandê li NATOyê pesend kir.

Beriya niha di 23ê vê mehê de Lijneya Derve ya Parlamentoya Tirkiyê di civîneke taybet a vê mijarê de, endambûna Fînlandê li NATOyê pesend kiribû.

Li aliyê din, Serokê Fînlandê Sauli Niinisto pêşwazî li biryara Parlamentoya Tirkiyê kir û ragihand, niha hemû endamên NATOyê, biryara endamtiya welatê wî di nav hevpeymaniyê de pesend kirine.