Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Tirkiyê dike

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di rojên 6-7ê Nîsanê de bi serdaneke fermî dê li Tirkiyê be.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di rojên 6-7ê Nîsanê de bi serdaneke fermî dê li Tirkiyê be.

Mariya Zaxarova di konferansa xwe ya rojnamevanî ya heftane de derbarê serdana Sergey Lavrov bo Tirkiyê de zanyarî dan.

Zaxarova destnîşan kir ku Lavrov di rojên 6-7ê Nîsanê de li ser vexwendina Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu diçe Tirkiyê û got: “Di civînan de rewşa hevkariya dualî di warên bazirganî, enerjî û geştyariyê de, herwiha hejmarek mijarên din, tê werin gotûbêjkirin.”

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê eşkere kir, di civînan de behsa mijarên navdewletî yên girîng dê were kirin, tevî mijara Ukraynayê, pirsên Sûriye, Qerebax, Asyaya Navîn û Efxanistanê jî dê werin gotûbêjkirin.