Lîsteya namzedên Serokomariya Tirkiyê di Rojnameya Fermî de hat belavkirin

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) lîsteya fermî ya namzedên serokomariya Tirkiyê ya hilbijartinên 14ê Gulanê diyar kir û ew lîste di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Lîsteya fermî ya namzedên Serokomariya Tirkiyê ya Desteya Bilind a Hilbijartinan di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Îro 31ê Adara 2023an di Rojnameya Fermî de lîsteya fermî ya namzedên Serokomariya Tirkiyê û biryara pesendkirina ji bo komkirina alîkariyê ya namzedan ya vekirina hesabê diravên biyanî hat belavkirin.

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) lîsteya fermî ya namzedên serokomariya Tirkiyê ya hilbijartinên 14ê Gulanê diyar kir û ew lîste di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Li gor wê lîsteyê 4 namzedên serokomariya Tirkiyê hene. Namzedê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu, namzedê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan, Muharrem Ince û Sinan Ogan.

Namzedên serokkomariyê ji bo komkirina alîkariyê dikarin hesabê diravên biyanî vekin. Li gor biryara hatiye belavkirin bi şertê ku 55 hezar û 598 lîreyê Tirkî derbas neke bi diravên biyanî dikarin alîkarî bê dayîn.