Vincent Campos: Yasaya petrol û gazê seqamgîriya aboriyê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dirust dike

Hewlêr (K24) – Dîplomatê berê yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vincent Campos li ser pêwendiyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê, herwiha li ser rola Washingtonê bo çareserkirina vê mijarê ragihand, karê Amerîkayê nîne ku pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê baş bike, divê di vê qonaxê de yasaya petrol û gazê were derxistin.

Vincent Campos beşdarî bultena Jûrî Hewal a Kurdistan24ê bû û ragihand, divê yasaya petrol û gazê der biçe, ku di dema borî de ji ber tunebûna wê yasayê bandora neyênî li pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê dirust bûye, divê destkarî di destûra Iraqê de were kirin.

Campos destnîşan kir, hebûna yasaya petrol û gazê, kêşeyên Iraqê çareser dike, bêyî yasa ti pêşveçûnek pêk nayê, loma yasaya hidrokarbon, siberoja petrol û gazê dibe qonaxa dilniyayiyê ji bo xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê.

Herwiha eşkere kir: “Piraniya kompaniyên cîhanî ku li Iraq û Herêma Kurdistanê kar dikin, bêguman li benda wê yekê ne ku mafên wan bi yasayan parastî bin. Dema yasaya petrol û gazê der biçe, seqamgîriya aboriyê dirust dibe.”