Li Rihayê her cûre çalakî ji bo 5 rojan hatin qedexekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Rihayê her cûre çalakî û xwepêşandan heta pênç rojan hatine qedexekirin.
Parêzgeha Rihayê bi daxuyaniyekê ragihand ku, li nav sînorên bajêr her cûre meş, çalakî, xwepêşandan û civîn heta pênç rojan hatine qedexekirin.
Li gor daxuyaniyê, çûyîna xelkê bajarên din bo nav sînorên Rihayê ya bi armanca çalakî û xwepêşandanan jî hatiye qedexekirin.
4ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî ye û HDP, DBP û KCDê banga meşê ber bi gundê Amarayê ku Ocalan lê dayik bûye kiribû.