Li Diyarbekirê xwarina ecînê di Remezanê de wek kevneşopiyekê ye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Di meha Remezanê de li Diyarbekirê yek ji xwarinên ku gelek tê xwarin jî ecîn e. Li Diyarbekirê welatî ji bo ecînê bistînin dikevin rêzê. Ecîna ku navbera bajarên Bakurê Kurdistanê de buye mijara rikeberiyê li Diyarbekirê xwedî bazarek mezin e.

Di meha remezanê de xwarinên teybet hene ku ji aliyê welatiyan ve li gorî mehên din bêhtir tên xwarin. Yek ji wan jî ecîn e ku di meha remezanê de ji sifreyên welatiyan kêm nabe ku heta êdî li Diyarbekirê wek kevneşopiyek a meha Remezanê lê hatiye. Xurekên sereke yên ecînê savar, qiymeya xav, salçe, rûn û îsot e ku bi giştî ecîna tuj tê xwarin. Ji bo çêkirina ecînê jî divê ecîn baş were strandin û hosteyên ecînê jî hay ji vê yekê jî dimînin. Hosteyên ecînê didin zanîn zanîn ku di meha Remezanê de ew gelek ecînê difiroşin û carcaran jî bi daxwazên welatiyan ve nagihîjin.

Hosteyê Ecînê Suleyman Demîr: “Em seet 12.00ê dest bi çêkirinê dikin. 1 demjimêr de amade dibe. Porsiyonek ecînê em bi 50 lîreyî difiroşin. Rojane kêmzêde em 50 kîlo ecîn difiroşin. Welatiyên me ji ecînê gelek hes dikin.”

Di meha Remezanê de li Diyarbekirê firotina ecînê %80 zêde dibe û remezana borî porsiyonek ecîn 25 lîre bû û niha %100 zedê bibe jî Welatiyên Diyarbekirê ji bo di sifreya fitarê de cih bidin ecînê li ber xwaringehên ku ecînê çêdikin dikevin rêzê.