3 jinên Kurd di hilbijartinên Parlementoya Fînlandayê de namzed in

Navenda Nûçeyan (K24) – Sibe Yekşemê hilbijartinên Parlamentoya Fînlandê tên kirin û 3 jinên Kurd jî namzed in. Serokwezîra Fînlandiyayê Sanna Marin hewl dide di hilbijartinan de di posta xwe de bimîne.

Hilbijartinên Parlementoya Fînlandiyayê sibe 2ê Nîsana 2023an tên kirin. Di hilbijartinan de jî, 3 jinên Kurd rikberiyê dikin. Ew jî, Geşaw Bîbanî, Şeyda Suhrabî û Şîrîn Namq in.

Geşaw Bîbanî li herêma Osima (Espo, Vantaa û çend bajarên din ên li derveyî Helsînkî) ji ber Partiya Çep de namzed e. Ew Li Kerkûkê ji dayik bûye û ji sala 1990’an ve li Fînlandayê dijî. Wê bawernameya zanîngehê di warê geşepêdana tenduristiyê de qedandiye û pêştir di hilbijartinên şaredariyan de jî beşdar bûye.

Şeyda Suhrabî namzeda Partiya Kokomus e di Hevpeymaniya Niştimanî ya Fînlandayê de ku ji 5 partiyan pêk tê û hemû ji aliyê jinan ve tên birêvebirin. Suhrabî ku li Serpêlî Zehaw ji dayik bûye û tevî malbata xwe ji Rumadî koçber bûye, ji salên 1990î ve li Fînlandayê dijî. Ew xwediyê bawernameya masterê di warê zanistên siyasî de ye.

Şîrîn Namq namzeda Partiya Keskan a ji herêma Wasa (Wasa, Kokkola, Seineyuki) ye, li Kerkûkê ji dayik bûye û ji sala 1990ê ve li Fînlandayê dijî. Ew hilgira bawernameya masterê di warê rojnamevaniyê de ye.

10 partî ji bo 200 kursiyên Parlamentoyê hevrikiyê dikin. Di hilbijartinan de serokwezîra herî ciwan a Ewropayê Sanna Marîn dê serokatiya Partiya Sosyal Demokrat bike. Vê siyasetmedara jin a ku ji sala 2019an vir ve serokwezîr e, karî welatê xwe ji krîza vîrûsa Koronayê derbas bike û her wiha karî hemû welatên endamên NATOyê razî bike ku endamtiya Fînlandayê di wê hevpeymaniya leşkerî de qebûl bikin.

Berûvajî vê yekê, aliyên dijberiya Sanna Marin di vê hilbijartinê de rastgir in û wek dijberên penaberan tên naskirin, ji ber ku dibêjin wê nekariye yasaya koçberiyê weke xwe, bi cih bike.

Di dawî rapirsî de jî, Partiya Sosyal Demokrat a bi serokatiya Sanaa Marin bi hindik li pişt partiya rastgir a bi serokatiya Petri Orpo ye.

Du hezar û 424 namzed li 11 herêman beşdarî parlamentoyê dibin û 4 milyon û 300 hezar Fînlandî jî dikarin di hilbijartinên îsal ên parlamentoyê de dengê xwe bidin. Li gorî hejmarên nefermî, li Fînlandayê zêdetirî 200 hezar penaber dikarin dengê xwe bidin.