Tutûn çavkaniyeke sereke ya aboriya navçeya Cêlikan a Semsûrê ye

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Tutûna Cêlikan a navçeya Semsûrê hem bûye nîşaneyeke navçeyê, hem jî çavkaniya sereke ya aboriya welatiyên navçeyê ye. Nişteciyên Cêlikanê balê dikşînin ku navçeya wan ciyekî çiyayî ye û zeviyên fireh lê tune ne, loma jî gişt cotkarî li ser hilberîna tutûnê ye.

Li Cêlikan a navçeya Semsûrê, gişt welatiyên ku zeviyên wan hebin, çi karekî din bikin jî, li gel wî karê xwe çandina tutûnê jî dikin. Nişteciyên li navçeyê balê dikşînin ku çandin û hilberîna tutûnê li vê derê wek kevneşopiyekî ji bav û kalikên wan berdewam maye.

Hilberînkar û firoşkarê Huseyîn Ozlemîş: “Ji berê de, ji dema kalikên me de vê derê kirine tutûn. Li vê derê, erd û zevî dorekî, 2 dor herî zêde 3 dor in, yanî eraziyê fireh tune ye. Loma jî li vê derê debar li ser tutûnê ye, tutûn nebe, bi tu cotkariyeke din debar nabe. Ji ber erdên cotkarî kêm in, tutûn jî ku berhem bide, dahateke baş peyda dike, ev kar tê kirin.”

Cotkar Elî Demirtaş: “Philiph Moris daxuyandiye ku tutûna Cêlikan dereceya yekem e, lê hindike û xwezî zêdebuya ku me jî bikiriya. Li vê tutûnê destkarî nayê kirin, derman tê de nîn e û tu derbekî nexwariye. Yanî tutûna me li dinyayê yekem e. Li Cêlikan salane 380 ton tutûn tê hilberîn. Ji 380 tonan 80 ton li derdora bajêr û deverê tê firotin, yê din em didin piyaseya derve  ya li bajêrên Tirkiyê. Em dixwazin ku pêşiya tutûna me jî vekin û alîkariya me bikin. Ji ber ku bê tutûn li Cêlikan tu dahateke din nîn e.”

Li Cêlikan a ku nifûsa wê nêzîkî 15 hezar e, ji ber çavkaniya aborî ya sereke tutûne, li navçeyê nêzîkî 25 atolyeyên tutûnê hene.

Hilberînkarê tutûnê Abûzer Unal: “Zehemtiyên tutûnê gelek in, di vê mehê de, divê em şitil ango tovê wî biçinin. Di navbera mehekî û du mehan de bi hûrgulî divê lê bê mêzekirin. Piştî li zevîyê datînî jî, tu divê 2-3 caran bikolî, divê ji 5-6 rojan carekî av bidî. Yanî gihandina tutûnê ji ya zarokan jî zehmettir e.”

Tutûna Cêlikan ku çavkaniya sereke ya aboriya navçeyê ye û bi navûdeng e; kiloya we li gor kelîteya xwe ji 150 lîre heta 600 lîrayî ji bo pîyasê tê firotin.