HSDê 20 kesên ku bi tometa DAIŞê hatibûn girtin serbest berdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov belav kir, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 20 kes ji zindanên xwe berdan ku bi tometa endamtiya DAIŞê hatibûn girtin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov belav kir duhî Şemiyê got, HSDê 20 kesên bi tometa DAIŞê hatibûn girtin, serbest berdan. Da zanîn jî, kesên hatine berdan ji gund û bajarokên rojhilatê Dêrazorê ne.

Ji aliyê xwe ve, çalakvanan lîsteyek ji kesên azadkirî belav kirin ku tê de 56 nav hene, di nav wan de yên ku 4 sal di zindanan de mane, hene.

Li gorî Rewangehê, kesên hatine berdan, bi tometa endamtiya DAIŞê hatine girtin û piştî lêkolînê, ti belgeyek tune bû ku wan kuştin kirine, yan pêwendiya wan bi DAIŞê re heye.

Di nava meha Adara borî de jî, bi navbênkarî û kefaleta eşîrên Ereban, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 19 girtiyên DAIŞê yên destên wan bi xwînê nebûne, serbest berdabûn.