Serok Barzanî: Îmzekirina rêkeftina navbera herdu hikûmetên Herêm û Federal pêngaveke dîrokî ye

Hewlêr (K24) – Serok Barzanî derbarê îmzekirina rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal aIraqê de li ser hinardekirina petrolê, bi rêya pêwendiyeke telefonî destxweşî li Serokwezîrê Iraqê kir.

Êvara roja Sêşemê 4ê Nîsana 2023an, Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê pêwendî bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Di pêwendiya telefonî de Serok Barzanî îmzekirina rêkeftina navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal a Iraqê ya li ser hinardekirina petrolê wek pêngaveke dîrokî bi nav kir. Herwiha spasî û destxweşî li Serokwezîrê Iraqê kir ji ber hewldanên wî yên ji bo çareserkirina kêşeyan û serxistina vê rêkeftina girîng.

Serok Barzanî destnîşan kir ku eger niyetpakî û îradeya çareserkirinê hebe, bêguman çareserkirina kêşeyan hêsan û pêkan e û hêviya xwe anî ziman ku ev rêkeftin bibe deriyek ji bo çareserkirina hemû kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê.

Herwiha di vê pêwendiya telefonî de Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo hewl û pêngavên Serokwezîrê Iraqê dubare kir.