"Dengderên Kurd ji bo hilbijartinên îsal bê kelecan in"

Akademisyen û çavdêrên siyasî, rewş û helwesta welatî ango dengderê Kurd ji bo Kurdistan24 nirxandin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Akademisyen û çavdêrên siyasî, rewş û helwesta welatî ango dengderê Kurd ji bo Kurdistan24 nirxandin. Ew çavdêrên siyasî balê dikşînin ku partiyên bi girseyî deng ji Kurdan distînin jî, xwedî polîtîqayên ku maf, hêvî û daxwazên gelê Kurd di van hilbijartinan de bixin pêş û bicîh bikin, nîn in. Loma jî di vê hilbijartinê de Kurd, wek hilbijartinên din bi kelecanî çaverêyî sindoqan û encamên wê nîn in.

Akademisyen û çavdêrên siyasî radigihînin ku li gel di bername û polîtîqayên herdû tifaqên serekî yên Tirkiyê, Tifaqa Cumhur û Tifaqa Mîletê de, li ser çareseriya pirsa Kurd û mafên gelê Kurd tu we'd û tiştekî şênber tune ye jî, Kurd mîsogerî herdû tifaqan hatine kirin.

Bal tê kişandin ku dengên Kurdan ku ji bo bi serketina herdû tifaqan xwedî roleke serekî bû, lê ji ber bê polîtîqa mayîna siyaseta ku Kurd niha piştgiriya wan dikin, dengderên Kurd jî, ji kelecana daxwazên xwe bêpar diçin ser sindoqan.

Akademîsyen Doç. Dr. Vahap Coşkun ji K24ê re diyar kir: “Îro hûn dizanin ku li Tirkiyê duhev tifaq hene, Tifaqa Milet û Tifaqa Cûmhûr. HDP jî ji serî de xwe bi Tifaqa Miletê ve, bi tafiqa opozisyonê ve girêda.  Dema ku partiyê wisa helwest danî, piştgirên HDPê jî wisa man. Ji bo wan kelecaneke mezin çênebû. Li aliyê dine ji bo HDPê niha armanca herî mezin û serekî; windakirina Tifaqa Cûmhûr e. Yanî windakirina Erdagan û Tifaqa Cûhmûr ji HDPê jî gihiştina armanca xwe ye.”

Akademisyen û çavdêrên siyasî dîsa balê dikşînin ku pirgirêkên girîng û serekî yên gelê Kurd û erdnîgariya ku lê dijîn hene, loma jî nabe ku dengên Kurdan ji aliye siyaseta ku li ser navê Kurdan tê kirin, ji bo mayîn û çûyîna desthilatan, yan jî opozisyonan bê berdayîn.

Prof. Dr. Azîz Yagan ji K24ê re diyar kir: “Pirsgirêkên civak û gelê Kurd û herêmên ku lê dijîn yên ku ji sed salan zêdetir e ketine serhev hene. Siyasetên ku nûnertiya vê civakê dikin jî, divê bi bername û neqşerêyan li çareseriya wan pirsgirêkan bigerin û armancên xwe yên siyasî jî wisa diyar bikin. Yanî civaka Kurd, çaverêyî çareseriya pirsgirêkên xwe ye û bi wê mebestê jî piştgiriyê dide wan rêxistinan. Lê dema ku rêxistinên siyasî, pirsgirêkên gel û civaka Kurd ji xwe re nekin armanc jî, divê alternatîfên ku xizmeta armancên wan dikin, ji xwe re peyda bikin. Yanî li Tirkiyê dê kî bibe desthilat û kî ji desthilatê biçe, nabe ku wek armanca serekî ya civak û dengderên Kurd bê nişandan. Ji ber partiyên ku Kurd bi girseyî deng didinê ji bo Kurdan bê siyaset in, civak jî bê kelecan e.”

Çavdêrên siyasî balê dikşînin ku dengderên Kurd di vê hilbijartinê de bê kelecan in. Ji ber ku partiyên ku Kurd bi girseyî dengên xwe didine jî, li mafên wan yê dîrokî, çandî û civakî xwedî dernakevin. Û îdiayeke wan di siyaseta Tirkiyeyê de nîn e. Loma jî civak çaverêye ku alternatif ango bereyekî çêbibe da ku mafên wan yê dîrokî, çandî û civakî di siyaseta Tirkiyê de; bide sepandin û qebûlkirin.