Amerîka pêşwaziyê li tawanbarkirina 3 berpirsên Sûrî bi tawanên şer ji aliyê dadgeheke Fransî ve dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê pêşwazî li biryara Dadgeha Parîsê kir ku 3  berpirsên hikûmeta Sûriyê bi tawanên li dijî mirovatiyê û tawanên şer tawanbar kirin.

Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê duhî 5ê Nîsana 2023an li Twitterê ragihand, “Em kêfxweş bûn bi biryara dîrokî ya Dadgeha Dadwerî ya Parîsê ku 3 berpirsên pilebilind ên rêjîma Sûriyê bi tawanên li dijî mirovatiyê û tawanên şer di doseya El-Dabeg de tawanbar kirin.”

Balyozxaneyê got ku, ev gaveke erênî ye ji bo cibicîkirina dadmendiyê ji qurbaniyên ku li ser destê dezgeha ewlekarî ya hovane ya rêjîmê hatine kuştin.

Her wiha got: “Divê Elî Memlûk, Cemîl Hesen û Ebdulselam Mehmûd ji ber rola wan a di kuştin û windakirina Sûriyan de bêne darizandin.”

Roja Sêşemê, du dadwerên lêkolînê yên Fransî biryarek derxistin bo destpêkirina dadgehkirina berpirsên payebilind ên rêjîma Sûriyê bi tawanên pêkanîna tawanên dijî mirovatiyê li Sûriyê.

Her du dadwerên Dadgeha Dadwerî ya Parîsê daxwaz kirin ku Elî Memlûk, Cemîl Hesen û Ebdulselam Mehmûd li pêş Dadgeha Tawanan a Fransa bi tometa hevkarî di tawanên li dijî mirovatiyê û tawanên şer de bên dadgehîkirin.

Ev her sê berpirsên payebilind ên rejîma Sûrî, dê ji ber kuştina du welatîyên Sûrî-Fransî Mazen Debbag û kurê wî Patrîk bêne dadgehkirin, ku di sala 2013an de ji aliyê dezgehên ewlehiyê ya Sûriyê ve hatibûn girtin.

Lîwa Elî Memlûk rêveberê berê yê Îstixbarata Giştî ya Sûriyê bû û di sala 2012an de bû serokê Buroya Asayişa Niştimanî ya Sûriyê, ku bilindtirîn dezgeha îstixbaratî li Sûriyê ye.

Serleşker Cemîl Hesen, Serokê Rêveberiya Îstixbarata Hêza Asmanî ya Sûriyê ye û dema Debbax û kurê wî wenda bûn, ew di vê postê de bû.

Lîwa Ebdulselam Mehmûd jî berpirsê lêkolînê ye di Rêveberiya Îstixbarata Hêzên Asmanî de li Zindana Leşkerî ya Mezzê li Şamê ye.

Derbarê wan her sê berpirsên rêjîma Sûriyê de biryara girtinê ya navdewletî heye û dê bi awayekî negirtî bên darizandin.