Werzê çandina baxçeyan destpê kiriye

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Werzê danîna şitilên sewze û baxçeyan li destpê kiriye, li Diyarbekirê welatî, ji bo baxçên xwe şîn û şên bikin, şitilan berhev tînin. Giranbûna bihayê şitil zêde be jî, welatî bi hêviya ku dahat û debara xwe, dest bi çandinê kirine.

Demsal Buhar e hewa êdî germ dibe û erd û zeviyên ku zivistanê valabûn ji bo çandinê dîsa amade ne. Welatî û bi taybet jî cotkar ji bo çandina baxçeyan, şitil berhev tînin.

Endezyarên çandiniyê balê dikşînin ku bi enflasyona li Tirkiyê re şitil jî giranbûne, lê ji ber ku welatî û cotkar jî, hêviya xwe bi brhemdayîna şitil re gire didin, ji mîsogerî çandinê berdewam dikin.

Endezyarên Çandiniyê û hilberînkarê şitilê sewzeyan Îbrahîm Boncûk ji K24ê re got: “Miletê me pir dixwazin, lê fiyet biha ye. Ji ber em jî her tiştî bi distînin biha jî difiroşin. Mesela sala par, me îsotan bi 75 quriş û bi lîreyekî didan, îsal bûye yek û nîv du lîre ku ev hêj destpêk e. Hêj dstpêka werzê ye ku me bi van bihayan dest pê kiriye. Veca heta mehekî 2 mehan dê fiyet çewa bibin jî em nizanin. Werzê şitil 2 meh in, di meha Hezîranê de diqede. Ji ber enflasyon û hilbijartinan em jî nizanin dê ka çewa bibe. Ciyê şitilê me li Antalyayê ye, dîsa li wir jî apê (mamê) me li ser e û 40-45 karmendên me hene. Bi alikariya wan jî em şitilan amade dikin û di vê werzê jî em tên Diyarbekire jî, bajêr din yên bakûr û Tirkiyê û heta bi derve jî em dişinin.”

Welatî Semîh Karakoyûn: “Fiyet zêde ne, fiyet pir giranin. Erdê me jî li gundê Sediyê ye. Erdê me jî hindik e, bi qasî 2 donim, donimekî ye. Min hinek şitilê firingî (tomate), hinek îsot û hinek jî xiyar kirî 350 lîre girtin. Em datînin jî carina nexweşîn tê gişt dişewitin, carina jî baş berhem didin.”

Di vê serdemê de, bi taybet li nav bajaran, gelek welatî jî, ji bo balkon û malên xwe yên nav bajêr bixemlîinin û mujûlîyên sirûştî peyda bikin jî, 4-5 kok şitilan dikirin û datînin.

Welatî Remziye Onat: “Ezê vî şitila li balkonê deynim. Min firingên hûrik di xewna xwe de dîtibû û min îro jî got bibim li balkona xwe deynim. Li vir baxçê mn tune ye. Her sal çîçekan datînim. Lê îsal min got ezê firingiyan deynim. Hem şi bo xemlê, hem jî ez jê hez dikim.”

Li Diyarbekirê jî werzê danîna baxçeyan dest pê kir. Li vê derê jî cureyên şitil tên firotin û wek ku xuya ye, welatî; ji bo di erd û baxçeyên xwe de deynin, tên û ji vê derê şitil distînin. Gazinca sereke ew e ku wek her tiştî bihayê şitil jî giran e.