Li Wanê li pey hev du erdhejan rûdan

Li navçeya Îpekyolu ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.1 rûda. Herwiha li navçeya Tuşba jî bi hêza 3.5 erdhejekê rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Îpekyolu ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.1 rûda.

Li gor zanyariyên Çavdêriya Erdhejan a Kandîllî ya Tirkiyê, li navçeya Îpekyolu ya ser bi parêzgeha Wanê, bi hêza 4.1 pile erdhej qewimî.

Çavdêriya Erdhejan a Kandîllî diyar kir ku erdhej 5.0 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Li navçeya Tuşba jî di demjimêr 16:46 xulekan de bi hêza 3.5 erdhejekê rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Tuşba ya ser bi parêzgeha Wanê, bi hêza 3.5 pile erdhej qewimî.

AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 16:46 xulekan de û 7.4 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.