PZK: Divê partiyên siyasî namzetên ku zimanê Kurdî dizanin nîşan bidin

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de bang kir ku bila hemû namzetên ji Bakurê Kurdistanê tên nîşandan bi Kurdî bizanibin û hemû partiyên siyasî di bangeşiyên xwe de zimanê Kurdî derbixin pêş.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Platforma Zimanê Kurdî (PZK) derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de bang kir ku bila hemû namzetên ji Bakurê Kurdistanê tên nîşandan bi Kurdî bizanibin û hemû partiyên siyasî di bangeşiyên xwe de zimanê Kurdî derbixin pêş.

Platforma Zimanê Kurdî li Diyarbekirê di çarçoveya hilbijartinên 14ê Gulanê de hêvî û daxwazên xwe yên ji partiyên siyasî tên kirin ragihand û daxuyaniyek da çapemeniyê û ji dewletê hat xwestin ku Saziya Zimanê Kurdî were avakirin û xutbe jî bi zimanê Kurdî werin dayîn. Platforma Zimanê Kurdî di daxuyaniyê de ji partiyên siyasî xwest ku di hemû xebatên xwe yên hilbijartinan de zimanê Kurdî derbixin pêş, namzetên ku Kurdî dizanin nîşan bidin.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re ragihand: “Armanca hebûna Platforma Zimanê Kurdî ew e ku li ser sazî, rêxistin û partiyên siyasî guvaşan çêbike da ku zimanê Kurdî bi kar bînin û xwedî li zimanê Kurdî derbikevin. Divê partiyên siyasî namzetên ku Kurdî dizanin nîşan bidin.”

Platforma Zimanê Kurdî dibêje pêwîst e yên dengên Kurdan distînin û nûnertiya Kurdan dikin zimanê Kurdî jî baş bizanin. Partiyên siyasî jî derbarê bang û daxwazên Platforma Zimanê Kurdî de amaje kirin ku xwedîlêderketin û bikaranîna zimanê Kurdî peywira hemû siyasetmedarên Kurd e ku di vî warî de jî berpirsiyariyek girîng dikeve ser milên partiyên ku dengên Kurdan distînin û parlementeran dişinin parlementoyê.

Serokê Şaxa Diyarbekirê yê HDPê Zeyad Ceylan ji K24ê re ragihand: “Xwedîlêderketina zimanê Kurdî berpirsiyariyek neteweyî ye û her wiha ehlaqî ye. Heta ji me bê emê xebatên xwe bi zimanê Kurdî bikin û emê hay jê hebin ku namzetên me jî zimanê Kurdî bizanibin.”

Platforma Zimanê Kurdî balê dikêşe ku girîng e di hilbijartinan de zimanê Kurdî derbikeve pêş, ji ber ku partiyên siyasî derbarê hemû beşên jiyanê de projeyan amade dikin û ev yek dibe wesîle ku zimanê Kurdî bigihîje hemû beşên civakê.